
Bibihîze wê gavê, ey Şahê bextewar,ev çîroka xemgîn ku lekeke bi xwîn bi hikûmeta xelîfe al – Reşîd ve datîne, lekeke ku ew çar çem jî nikarin wê bişon. Tu dizanî mîrê min, ku Caferê wezîr, yek ji wan çar kurên Yehyayê kurê Xalidê (Chaled) kurê Barmak bû. Birayê wî yê herî mezin el-Fadil bû, yê ku birayê şîr yê al-Reşîd bû. Bi sebebê wê dostanîya germ û sedaqet, ya ku malbata Yehya bi ebasîyan re gihandin hevdu, kirin yek, dîya al-Reşîd prenses Chaizaran û dîya el-Fadil ew xanima hêja Îtabah, yên ku kêfa wan pir ji hevûdu re dihat, zarokên xwe yên hevsal û berşîr bi hev guhertin, welê ku her yek ji wan şîr dabû kurê dosta xwe, ew şîrê ku Xwedê emir kiribû ji bo wan. Ji ber wê yekê hertim al-Reşîd ji Yehya re digot, ”bavo, bavê min” û ji bo el-Fadil jî ”birê min”.
Di heqê kok û esilê Barmakîyan de, kronîkerên herî navdar û ewle bacarê Balkh yê li Xoresan didin zanîn, wek bacarê wan, li wê derê, hîn di wê demê de, malbatek ku gihêştibû mertebeke bilind. Hema hema sed sal di dû koçkirina Pêxemberê me yê Xwedê jê razî – xêr û xweşî, nîyaz û rehetî pê re be – ew malbata binavûdeng li Şamê bi cî bûn, hingê li wê derê hukimê xelîfetî di destê Omnîadan (Omniaderna) de bû. Serokê, berpirsîyarê sereke yê ku berê xwediyê dînê Magera (vek ku tê zanîn; Mager, milek, êlek ji şeşa (6) ya Meda bû, yên herî zana û yên ku îdeolojîya împeratorîya Med û Persa peyda kirin. Li gorî Herodot û gelek dîrkzanên din) bû, di eynî demê de derbasî ew dînê rast bû û ji wêga ve ew baştir bibû, bi saya Îslamê. Evêya di dema hikûmeta Hesjamê Omnîad de bû.
Gava ku malbata Ebbasîyan derketin ser payetextê xelîfetîyê, malbata Barmakîyan jî hatin berhev kirin bo konseya wezîran û dest pê kirin şewqa xwe li seranserê cîhanê belav kirin. Ew ê ewil ji malbatê, ku ji hêla ew ebbasîyê herî pêşîn ve, Ebû´l Ebbas es-Saffah, hate tayîn kirin bo milê rast (wezîrê yekem) Xalid bîn Barmak (Chaled ben Barmak) bû. Di dema ew ebbasîyê sêyem, al-Mehdî de, Yehya bîn Xalid hate wezîfedarkirin ku ew li perwerdeya kurê xelîfe, yê herî delalî binêre. Ew Harûn al-Reşîd bû û eynî ew ê ku heft roj di dû kurê Yehya el-Fadil re ji dayik bibû.
Gava ku Harûn al-Reşîd di dû mirina birê xwe yê herî mezin al-Hadî ,ya ji nişka ve, ku wî kirasê nîşana deshilata xelîfetîyê li xwe kir, ji ber wê yekê ew ne hewcî, ku ew wî zemanê zaroktiya xwe yê ewilî bîne bîra xwe, ya ku wî li ba ew barmakîyên piçûk derbas kiribû, ji bo ku ew gazî Yehya û herdu kurên wî bike, ku ew îktîdara wî parve bikin; ew tenê pêwîstî bi fikirandina ew lênêrîna birêkûpêk û ew perwerdeya şahane, ya ku Yehya dabû wî û temamê ew sedaqeta ku ew xizmetkarê sadiq nîşanî wî dabû, wê gava ku ew li dij wan tehdîdên felaket yên al-Hadî derketibû, ya ku ew ê wî, serê wî û zarokên wî jê bikra.
Gava ku Yehya nîvê şêvê, eynî wê şeva ku al-Hadî mir, bi Masrûr re çû û Harûn şîyar kir, ji bo ku wî agahdar bike, ku ew e niha serokê dewletê û xelîfê Xwedê li ser rûyê erdê, Harûn di cî de rişma serokwezîrtîyê da wî û herdu kurên wî jî el-Fadil û Cafer wezîr tayîn kirin. Û bi wê yekê re wî dest bi hikûmeta xwe kir, di nav ew nîşan û elametên herî bextewar de.
Barmakîyan sed salî bûn micewherê enîyê di taca welat de. Qederê nîyata xwe ya dostane bexşî wan kir û ew di nav wan diyarîyên herî şahane de man. Yehya û kurên wî weke sitêrkên bişewq bûn, comerdî û merdîtîya oqyanûsa qerase, xêr û berekeketa barana bixêr, sitara ew ên xemgîn û alîkarîya ew ên bextreş. Ew wezîrnî biaqil bûn, yên ku fêm dikirin ku xezîna dewletê dagrin, ew xweşxeber bûn, têrxwende, pêbawer, şêwirdarnî baş û comerd û camêr wek Hatim-Tai. Bi kêmanî ew yek bi alîkarîya wan bû ku navûdengê Harûn al-Reşîd, ji besta bilind a Asya navîn ta dirêjahîya daristanên jora bakur, ji Mexreb û Andalûsîya heta sînorên herî dûr yên Çîn û Tatarîstan, hate bihîstin û belav bû.
Lê belê hingê ji nişka ve tiştek qewimî, ku barmakîyên ji zîrwa bextewarîyê, ew a herî bilind ku hatiye dayin bo lawê mirovan, benîadem ku bigihêjê û ketin ew qelşa herî kûr û hatin mecbûr kirin ku ew qedeha, ya ku temamê xerabîyê tê de, ku Xwedayê li jor dikre bike qismetê mirovekî , ku ew wê bi ser xwe de dakin. Kurên Barmak, yên hêja ne bi tenê wezîrnî baş bûn, ango yên ku ew dewleta, ew welatê fireh yê xelîfe bi rê ve dibirin, îdare dikirin, lê belê herweha dostên nêz yên qiral û hevalên ku hertim jê nediqetîyan jî. Bi taybetî jî Cafer hevalekî ku al-Reşêd, bi qasî ku wî nikarî bû bêyî ronîya çavên xwe be, ew nikaribû ku bêyî wî be. Wî (Cafer) tesîrek di astek wisa de li ser fikira xelîfe (al-Reşîd) kiribû ku, wî (xelîfe) carekê qapûtekî, ku bi cîyê du qirika, bi cîyê du situ ya, dabû dirûtin, yê ku wî ew bi hevalê xwe Cafer re li xwe dikir, weke ku ew herdu, yek û eynî mirov bin. Welê bû Harûn li hemberî Cafer,heta ku ew qezaya felaket qewimî.
Û şîn! Û êş, ezab! Niha li çîroka, serpêhatîya di derheqê ew felaketa ku rû da, weke birûskekê, asîmanê Îslamê reş kir û dilê hemûya tije kir bi şîneke neteselîbar, guhdarî bikin.
Rojekê – bi hêvîya, bi daxwaza ku ew qet tekrar nebe – al Reşîd gihişte bacarê Anbar, li vegerê ji çûna hecê bo Mekê, ew bi keştîyekê, gemîyekê ji Hîra hatibû wê derê. Ew kete dêrek bi navê al-Umr li ba qeraxa (Eufrats), çemê Feratê û wek hertim şeva xwe bi şahî û laqirdî derbas kir.
Lê vê carê hevalê wî yê (bordskamrat) maseyê Cafer ne pêre bû. Ji ber ku Cafer ji bo çend rojan çûbû nêçîrê li ber qeraxan nizm yên çem. Dîsa jî ew ji alîyê xelîfe ve nehatibû jibîrkirin û rojê çend caran qasid bi dîyarîyan dihatin konê wî, yek ji ya din giranbihatir, wek delîlê sedaqetê bo Harûn.
Ew şev – divê ku Xwedê me ji gelek şevê welê biparêze – Cafer di konê xwe de bi bijîjkê al-Reşîd Cebraîl Baxtiasû re rûniştî bû, yê ku xelîfe dev jê berda bû, ji bo ku ew dê bikaribya refaqet bikira bi ew Caferê xweştivî û ezîz re. Di bin kon de, şaîrê ku ji alîyê al-Reşîd ve hezkirî jî li wir bû, ew ê kor, Ebû-Zaccar, yê ku ew jî ji alîyê xelîfe ve ji Cafer re hiştibû, ji bo ku ew bi helbestên xwe yên li hev hatî, dê wî şad bikira, gava ku ew betilî ji nêçîrê bihata malê.
Sifra xwarinê hazir bû û ew ê kor Ebû-Zaccar çarînek xemgîn bi ûd re sitirî, li ser qedera bêbext.
Di wê kêlîkê de Şehrazad dît roj ronî bû û bidîqet bêdeng bû.
Lê wê gava ku ew ketin şeva nehsed û notî wê berdewam kir:
Xwarin li ser sifrê bû û ew ê kor Ebû-Zaccar çarînek bi ûd re sitirî, li ser bêbextîya qederê. Û ji nişka ve Masrûr xwe di qelîşteka kon de nîşan da, celadê xelîfe û yê ku fermanên wî yên xezebê bi cî tanî. Gava ku Cafer wî dit, ku ew derbasî hundir bû, bêyî ku ew wek adetê tevbigere li cem qesra qiral an jî destûr bixwaze û xwe bide nasîn û ji bo daxwaza dorê bike, wî reng guhert û ji eunuck re, ji xadim re, yanî ji wî mirovê xesandî re got: ”Bixêrhatî, Masrûr, dîtina te hertim kêfxweşî ye. Lê ew bi min ecêb tê, bira, ku tu cara pêşîn e di jîyana me de tu nahêlî ku xizmetkarek berê bajo ji bo ku hatina te xeber bide”. Mesrûr bersîv da, lê belê bitenê silavek: ”Wezîfa min zêde cidî ye ji bo ku destûrê bide hin formalîteyên bêmane. Rabe ser xwe Cafer û cara dawî eşheda xwe bîne. Desthilatdarê ew ên bawermenda (Emîr ul muminîn) serê te dixwaze”.
Hingê, Cafer rabû ser xwe û got: ”Ji Allah pê ve tu Xweda tune û Mihemmed pêxemberê Allah e. Em ji destên Allah derketine û em ê paşve vegerin ber destên wî”. Piştî wê, wî berê xwe da sereunuck, hevalê wî yê kevin û birayê wî bi salan yê çek (destbirakê di şer de) û got: ”Wa (Ey) Mesrûr, ew her û hal nikare mimkun be! Divê ku ew fermanek ku mîrê me, emîr ul muminîn, di bin tesîra serxweşîyê de dabe. Ez tika, rica ji te dikim, dostê min yê kevin, ji bo xatirê hemû ew bîranînê ku me bi hev re, bi rojan û bi şevan derbas kiriye, ku tu paşve vegerî cem xelîfe û ji nû ve bipirse, ku ew ne girêdayî wê yekê be. Tu belkî bibînî ku wî niha hemû jibîr jî kiriye”. Lê Masrûr bersîv da: ”Ez bi serê xwe dibim berpisiyar û kefîl, ji bo yê te. Ez nikarim xwe nîşanî xelîfe bidim, bêyî serê te yê jêkirî di dest min de. Ji ber wê yekê, daxwaza xwe ya dawî binivîse, tikîtenê ez dikarim evê alîkarîyê nîşanî te bidim, ji bo xatirê dostanîya me ya kevin”. Hingê Xefar got: ”Em aîdî Xwedê ne, hemû û her yek. Tu wesîyetnameya min nîne ku ez binivîsim. Bi hêvîya ku Xwedê emrê xelîfe dirêj bike, bi wan rojên ku ew ji min distîne”.
Pişt re ew ji bin kon derket, çokên xwe li ser ew pacê bi xwîn, yê ku celad Masrûr li erdê raxistibû tewandin û bi destên xwe bendik li çavên xwe girêda. Û hingê serê wê hate jêkirin. Allah wî efû bike!
Masrûr paşve çû wî cîyê ku xelîfe lê bû û çû cem al-Reşîd, bi wî serê Caferî jêkirî, yê ku wî danîbû ser tepsîkê. Al-Reşîd çavek avêt serê wî dostê xwe yê kevin û ji nişka ve tifî wî serê jêkirî ku di tepsîke de bû kir.
Lê nefret û hewesa wî ya heyf hilanînê bi wê yekê re jî sar nebibû, nesekinîbû. Wî emir kir, ku gewdê Cafer î bêserî dê bi nigekî, bi sitûneke pira Bexdyê ve bê bizmarkirin û serê wî jî di dîrekekî were rakirin, li alîyê din yê pirê, ya ku ew cezayekî, ku di derheqê mesela dijwarî û rûreşîyê de, sûckarê herî xerab û mezintirîn bû. Wî ferma da ku bermayê wî laşî jî, piştî şeş meha dê bê şêwitandin û arîya wî bavêjin ser sergo. Û li gorî fermana wî, ew tev bi cî hatin.
Ji ber wê yekê jî, dikaribû nivîsker Amranî – û nalîn û hawar û sefalet! – bi hev re û di eynî rûpelî de, di deftera hesabê xiznê de binivîsa: ”Ji bo kincekî sipehî, ji alîyê emîr ul muminûn ve bo wezîrê wî Cafer, Yehyayê kurê al-Barmakî, çarsed hezar dînarên zêr hate bexşandin”. Û: ”Êzing û mazota şewatê ji bo şewitandina termê Caferê kurê Yehya, deh dirakmên ziv”.
Dawîyek wilo bû qismetê Cafer. Bavê wî Yehya, bavê al-Reşîdî din û yê ku wî perwerde kiribû û birayê wî el-Fadil, birayê şîr, birayê qumatkê yê al-Reşîd, roja din bi temamê barmakîyan re hate heps kirin, bi temamî bi qasî hezar hebî, yên ku xwedîyê meqamên bilind û wezîfên resmî bûn. Ew tevlîhev û belawela hatin avêtin bo qulên ew hepsên herî kûr û tarî û yên ku herî bîna genî û pîs ji wan dihatin, dewlemendîyên wan yên resmî û eşkere, ji alîyê xelfe ve, ji wan hate sitendin û jin û zarokên wan mecbûr bûn ku ew bêxwedî û beradayî û bêxanî û bêsitar, ew virde û wirde bigerin, bêyî ku hina biwêra, curet bikra ku alîkarîya wan bikirana. Hinek ji wan ji birçîna mirin, hin î din hatin xeniqandin, lê Yehya û kurê wî el-Fadil û birê wî Mihemmed li ser textê êşkencê û bi êş û ezab mirin. Allah bi rehma xwe bi wan re bike! Qedera wan felaket bû.
Lê eger hûn, ey şahê zemana, ku bixwazin bê sebeba wê xerabiya ku hate serê barmakîyan û ya ku bû sedemê dawîya wan î xemgîn, ew yek weha bû:
Piştî çend salan di dû mirina barmakîyan de, xuşka al-Reşîd ya piçûk Alîyah cesaret kir ku ji xelîfe re bibêje, yê ku rûniştibû û destê xwe di sere wê dida û pê şa dibû: “Emîr ul muminîn, ez dibînim ku te yek rojek bitenê jî bi hizûr û xweşî di ruhê xwe de derbas nekirîye, di dû wenda bûna Cafer û malbata wî re. Di derhekê kîjan sûçî wan yê îspat kirê de bû, dema ku ew ketin ber xezeba te?”.Wechê al-Reşîd tarî bû, wî prensesê dahf da, dûr avêt û got: “Zaroka min, jîyana min, tu yî ew şadî û kêfxweşîya tikîtenê ji bo min mayî, dê ew ê zanebûna wê yekî, çi kefxweşîyê bide te? Ez wê layîqî dijminê xwe yê herî xerab jî nabînim”.
Dîrokzan û kronîker pir dûrî hev difikirin di derheqê sedemê ew belaya ku hate sere barmakîyan. Hin di wê dîtinê de ne, ku ew comerdî û merdîtîya mezin ya Cafer û barmakîyan, xelk aciz kirin – herweha yên welê ku tevlî bibûn, şirîk jî bûn û yên ku xwedîyê hemû sedeman bûn ku ew minetdar bûna – welê ku wan jê re rê vekirin û ku bigumanîya al-Reşîd gurtir bikin. Pir berfireh di derheqê ew navdarî û rûmeta wan de dihate xeberdan; tu kes nikaribû bigihêşta tiştekî, bêyî alîkarîya wan, an dîrekt an jî endîrek; malbata wan bibû xwedîyê temamê ewan mewkî û meqamên herî bilind, yên li koşika xelîfe ya li Bexdadê, di artêşê de, di mahkema de, li eyaletan, ew erdên herî xweşik li derûdora bacêr aîdî wan bûn; li derdora wan, ji xelîfe bi xwe jî bêtir, hemû ew komên mezin ên zilamên koşkê û gerok û parsek civiyabûn. Wekî din, vê jî bibihîze, bê bijîjk Cebraîl Baxistanê, eynî ewîyê ku wê şeva pir xerab, ew jî di binê konê Cafer de bû, bê di derheqê wî tiştî de çi dibêje! Ew behs dike: “Rojekê ez hatim cem al-Reşîd, wê hingê ew di avahîya Qesra el Chuld ya li Bexdayê dima, dema ku xanîyên barmakîyan li alîyê wiyalî yê Tîgrîs bûn, tenê bi qasî firehîya çemekî ji qesra xelîfe dûr. Wê rojê bala al-Reşîd kişandibû ku girseyek mezin û ne normal, ya mirovan û hespan, li dervê dergahê wî yê guzîde, favorî hatibûn civandin û di amadebûna min de, wî nîvî ji xwe bi xwe re got: ´Bira Allah Yehya û kurên wî, Cafer û el-Fadil xelat bike! Wan temamê bar, zehmetî û meselên welat danîne ser mlê xwe û bi wê yekê, zeman dane min ku ez li derdora xwe binêrim û bi kêfxweşî bijîm´. Ev wê care bû. Lê rojeke din, gava ku ez jî hatibûm gazîkirin, bo cem wî, hinhê min ferq kir ku wî, delalîyê xwe ne bi eynî awiran temaşe dikir. Wî li qesra xwe, di pacê re li derve nihêrt û eynî ew koma xelkê dit weke cara berê û got: ´Yehya û kurên wî, temamê pirs û meselên welat xistine destên xwe û min ji hikum bê par hiştine. Di rastîyê de ew in, yên ku îqtîdara xelîfetîyê bi rê ve dibin û ê min jî dive ku ez bi biriqandina ´şewqa´, desthilatîyê razî bibim´. Gava ku min ew yek bihîst, min fam kir ku ew dê têkevin ber xezebê, ew ê neyên efûkirin, û ya ku bêguman ew jî qewimî”.
Li gorî hin kronîkerên din, ew yek ne bi tenê, nerazîbûna al-Raşîd bû û ku misêwa zêdebûna hesûdî û zikreşîyê, tevgera barmakîyan ya biîhtîşam, pirbûna gelek dijminên wan, hemû çêrname û dijûnnamên; çi ên vekirî û çi jî yên anonym û çi jî bi formên serbixwe an jî yên ne serbixwe, yên ku bûn tayînker, lê belê bêdîqatîyeke ku Cafer xwe pê gunehkar kir û ya ku kir ku ew bû dilopa dawî ku ji qedehê biherike. Rojekê al-Reşîd emir da wî, ku ew destûr bide ku dûndekî, xizmekî Hz. Elî û qîza pêxember Fatîme îdam bike, zilamek bi navê el-Saîd bîn Abdalla el-Huseynî. Lê Cafer ji ber dilpêşewitînê hişte ku ew xelas bibe, tevî ku al-Reşîd di wê bawerîyê de bû, ku ew bi nifûza xwe tehlûke bû ji bo statuya ebbasîyan. Ew kiryara hêja û xêrxwaz eşkere bû û ew çû guhên xelife û pê re gelek balkişandinên din, yên ku tesîrek xerabtir li ser encamê kirin. Ew a bû ew dilop, ya ku kir ku qedeh di ser re bifûre, ji bo ew al-Reşîdê xemgin û dijwar. Wî şande pêy Cafef, yê ku eşkere qebûl kir, lê, lê zêde kir: “Min bi wî awayî hereket kir, ji ber ku min rûmet û şerefa mîr û xelîfê xwe li ber çavan girt”. Al-Reşîd reng avêt û zer bû û got: “Te rast hereket kir”. Lê wî, ji xwe bi xwe re lê zêde kir: “Bira Allah te parçeparçe bike,Cafer, eger ku ez bi xwe wê nekim”.
Li gorî grûpek sêyem yên kronîker, çewtî, şaşîtî û xetayên ku bûn sedemên mirina barmakîyan, ew bawerîya wan ya dînî ku ji ya resmî cuda bû, yanî ew helwesta wan î li hemberî dînê (Îslam) rast bû. Mirov nikaribû jibîrbike, ku malbat berî guhertina bawerîyên xwe yên dînî, ew xwedîyê bawerîyên magera yên li Balck bûn. Ew, dihate îdîa kirin, ku al-Reşîd di rêwîtîya, di sefera xwe de, ya bo Xoresan, ew devera eslî ku nifûza delalîyên (barmakîyan) wî lê hebû, dît, keşif kir ku Yehya û kurên wê hertişt kirine, ji bo ku ew, wan perestgehên û abîdeyên, yanî nîşanê bîranînên yên mageran, ji xerabkirinê biparêzin. Ew şubhe û gumana, di derheqê bawerîya wan î rast de, ya ku hingê jê re bû sedem, di pêşerojê de zêdetir bû, di ya bi dû wê de jî, wê gava ku wî dît, ku barmakîyan her fersendê bi kar tanîn, ji her fersendê îstîfade dikirin, ku ew, wan kesên ku xwedîyê baweîyên dînî, yên ji ya resmî cuda, mirovên îsyankar û mirovên ji welat sirgûn kirî û bi ser de jî, dijminên wî yên şexsî, gebrer û zanadikera, efû dikirin. Ev fikir û dîtin, piştgirî û desteka xwe ji wê yekê distend, ku hema di dû mirina al-Reşîd re, ji nişka ve li Bexdadê şer û îsyanên dînî dest bê kirin, ya ku hindik mabû ku ew, dehfek dawî li hemberê ew dînê rast yê mihemmedî rast bike, dehfek dawî lêxe.
Ew dixwaze çawa û bi çi şiklî dibe bira bibe, bi temamê wan motîvan, lê ew sedemê herî nêzî aqil û muhtemel bo mirina barmakîyan ev e, ya ku ji alîyê wan kronîkerên; Îbn-Chilikan û Îbn el-Athir tê behs kirin, tê vegotin. Ew yek welê tê îfade kirin:
Ew di wê dema, gava ku Caferê kurê Yehyayê barmakî, welê pir nêzî dilê xelîfe bû, ku emîr ul muminîn ebekî bi cîyê du qirika, yanî bi cîyê du serîya çêkiribû, yê ku wî ew ebe bi Cafere re li xwe dikir, welê ku ew herdu dê bibûna yek. Samîmyet û dilgermî werê germ bû, ku hertim diva bû ku xelîfe delalîyê xwe bibîne li cem xwe û tehamil nedikir ku ew ji wî dûr biketana.
Tevî wê jî, herweha al-Reşîd ji xuşka xwe Ebbasa jî zêde hez dikir. Ebassa xemlek bû ji bo zayend, cinsê xwe û ji hêla giştî ve îhtiram jê re dihat girtin û hezkirî û herweha ewêya herî pêş di harema xelîfe de. Ji bo al-Reşîd zehmetîya ji wan herduya bidûrbûn bi qasî hev bû, ku ew ji wê bidûr bûna, an jî ku ew ji Cafer bidûr bûna. Wan herdu ya bi temamî jîyana wî dagirtibûn, lê divê ku ew bi hev re xwedîyê wan herduya bûna, ji ber ku, eger ku yek ji wan li devereke din bûna, hingê hêza sêhirê xeradibû ji alîyê hevaltîya yê din ve û kêfxweşîya wî netemam dibû û ew diguherî bo ezabekî. Lê qanûnên me yên pîroz, qedexe dikin ku mêr li jinekê binêre, ku ew pê re ne zewicî be an jî ne xizmekî wê yê nêz be û jinek jî ku ew rûyê xwe nîşanî mêrekî xerîb bide. Binpêkirinek ji wê qedexekirinê kiryarek rûreş e û rûmrtşikandinek ji bo qîmeta jinê. Ji ber wê yekê, dikaribû al-Reşîd,yê ku sert û dijwar ew qanûn taqîb dikir, îhtîmam didayê û wî hewil dida ku xwe kontrol bike ku ew ne di eynî wextê de bi wan herdu dostan re be, ji xeynî di rewşeke nerehet û mecbûr de. Ew a ezab kişandinek bû ji bo wî, welê ku, wî rojekê ji Cafer re got: “Dostê min Cafer, ez tu kêfxweşîyek rast û jidil his nakim, ji xeynî di hizûra te û xuşka min î li ber dilê min pir şîrîn Ebbasa. Ji ber ku hûn jî mina min bi xwe, ezab ji ber wê rewş û statuya we bo hevûdu dikşînin, ez difikirim te bi Ebbasa re bidim zewicandin, ji bo ku hûn ê dikaribin bi hev re li ba min bin, bêyî ku diltengî û ecizî çêbibe. Lê ez vekirî û eşkere, teleb û daxwaz dikim ku tu bihevdurerazan di navbera we de çênebe, ji bilî havdudîtina we ya di hizûra min de. Ez dixwazim ku ew zewac bi tenê formel be û dive ku ew nebe tu sedema encamên, yên ku bikaribe zerarê bide kurên Ebbas yên hêja, li ser daxwaza wan ya mîrasê xelîfetîyê”. Cafer bi daxwaza mîre xwe kir û herweha tevlî ew şertê ecêb jî, ew zewac bû resmî û bi qanûnî jî hate tesdîq kirin.
Li gorî biryara wî şertî, ew herduyên ciwan, ango bi tenê di hzûra xelîfe de hevûdu didîtin. Û herweha li wê derê jî, bi tenê ew di rewşa îstisna de bû, ku awirên wan leqay hev dibûn. Lê bêlî al-Reşîd tam zewq distend ji amadebûna bi hev re ya ew cotê (bûk û zava) ciwan, bêyî ku wek, ku ew li êş û jana wan hay bibe.
Gava ku Şehrazad gihêşte wê deverê, di çîroka xwe de, wê hêdî çîroka xwe nîvco hişt, ji ber ku wê dît ku şefeqê lê xist.
Lê gava ku ew ketin nav şeva nehsed û not û pênca wê dîsa ji ew cîyê ku ew lê mabûn, dest pê kir:
Al-Reşîd tam zewq distend ji amadebûna bi hev re ya ew cotê ciwan, bêyî ku wek, ku ew li êş û jana wan hay bibe. Tevî wê zor û qedexê jî wan nikaribûn ku nekevin evîndarîyê û bengînî bo hevûdu.
Ew bi agirê wê eşqê di hundirê xwe de dişewitîn, ya ku nikaribû xwe serbest îfade bike û di dawîyê de, Ebbasa nikaribû ku ew xwe ji eşkere kirina agirê bengînîya xwe bo Cafer ragire. Wê bi her awayî ew dikişand, cezb dikir û dixwest ku ew dê bihata cem wê, lê wek mirovekî durist û bidîqet, wî mesafe di navbera xwe û wê de dihişt, bi taybetî jî wek ku wî ji her kesî bêtir zanibû, ku bê ew ê çawa bilez, xelîfe bikaribûna, ji bo ku ew tol û heyfa xwe hilîne, bê wê wî, çi felaket bianîna serê wan.
Gava ku prenses Ebbasa ferq kir ku cezbkirinên wê û dia û lav lavên wê bi kêrî tu tiştekî nayên, wê dest bi awa û metodên din kir. Jin bikaranînên welê kirine adet, tu ey qiralê zemana. Wê şande pêy dîya Cafer, ew Îtabaha hêja û jê tika kir, xwest, ku ew ê wê bişîne ji mêre wê yê qanûnî û mehrkirî Cafer re, bi eynî awayê, wek ku wê her hefte jinek kole ji kurê xwe re peyda dikir. Ji ber ku Îtabah her rojê îna keçikek xweşik î kole dişand ji Cafer re, ji bo ku kurê wê dê zewqa qîzanîya wê bistenda, lê ya ku wî ew nedikir, berî ku ew têr xwarin û şerabê bixwe û vexwe.
Ew Îtabaha hêja qet qebûl nekir ku ew hevkarîyê ji wê plana bêbext û xayînane re bike û bala prensesê kişand ser ew talûke û rîskên û bê ku ew dihatin kîjan maneyê. Lê ew bûka ciwan û dilketî û evîndar kire rik û dawîyê jî got: “Ez bi nîyetim ku ez daxwaza xwe bidim qebûl kirin û bihayê wê çi dibe bira bibe. Ez bi kêfxweşî dest ji jîyanê berdidim, lê dev ji Cafer bernadim û heqê min yê zewacê”.
Di dawîyê de, giran xemgîn û kesirî, li hember ew daxwaza wê, Îtabah stuyê xwe xwar kir, bi fikira ku ew ê baştir be ku ew mesele bi dizî û di bin hevkarîya wê de pêk were. Wê Cafer agahdar kir, ku cara bê, ew ê keçikek kole ji wî re bişîne, ya ku di bedewî û cezbkirinê de tu kesê wek wê tune be û bi awayekî wilo geş û zelal tarîfa xweşikbûna wê kir, ku kurê wê bi temamî ji hişê xwe çû. Wê gava ku dîya wî, ew di wê rewşa lê sor kirî de dît, ya ku mebesta wê jî ew bû, ku ew wê atmosferê bîne meydanê, wê hewayê çêke û wê xeber şande pey Ebbasa ku ew xwe ji bo eynî şevê hazir bike.
Ebbasa kinc li xwe kirin û wê tam weke keçeke kole xwe xemiland û ew bi rê ket û çû cem Îtabah, ya ku wexta ku ew bû tarî, wê ew şande ji kurê xwe Cafer re.
Ji ber piçek gêjayîya şerabê Cafer ferq nekir ku ew keçika ciwan a kole, ya ku kete nava milên wî, ew pîreka wî Ebbasa bû. Wekî din wî tam ferq nekir ku bê wê çawa xuya dikir, wî heta wê kêlîkê, bi tenê çend caran ronahîyeke wê ya kurt li ber çavên wî ketibû, di hevdîtinên wan yê bi hev re, yên di hizûra xelîfe de û ji ber tirsa û nerazîbûna wî, tu carî newêrîbû ku ew baş li wê binêre û Ebbasa jî, ji şerma serê xwe dizîvirand alîyekî din, ji ber awirnî wî yên bidizî.
Û hingê ew zewac, di dawîyê de qedîya, bi dawî bû, di şevekê de û bi tesîra serxweşîyê ji bo wan herduya, lê wê gava ku serê sibê Ebbasa rabû ser xwe, ji bo ku ew here, wê got: “Bi ya te prenses çawa ne, mîrê min? Pir ferq di navbera wan û ew kêçikên kole de heye, yên ku her roj ji destê yekî dikevin destê yekî din?” Cafer matmayî pirsî: “Tu kîjan prensesan qesd dikî? Gelo hûn bi xwe prenseseke ku di şerekî de hêsîr hatîye girtin in?” Wê bersîv da: “Ax, Cafer, ez hêsîrê te me, xizmetkara te, ez Ebbasa me, xweha al-Reşîd û dota ebbasîyê al-Mehdî, yê ku apê Xwedê jêrazîyê Pêxemberê me bû”.
Li xwe şaşmayî, Cafer ji sexweşîya xwe şîyar bû û ji nişka ve bang kir, kir qîrîn: “Îcar anuha te hem xwe û hem jî min hilweşand û wêran kir, ey dota hikimdarê min”. Û ew bi lez bazda cem Îtabah û got: “Ax, dayê, te min erzan firot”. Lê wê ji kurê xwe re îzah kir ku ew hatîye mecbûr kirin ku ew, di rewşeke dijwar de, wê ew dek û fen bi kar anîye, ji bo ku ew malbata xwe nekşîne nav qeza û belayên hê mezintir.
Lê Ebbasa bi hemle bibû û gava dema wê hat kurek jê re çêbû. Wê ewî kurî teslîmî xizmetkarekî sadiq kir, yê bi navê Ryasj û yeke pêbawer ku şîr bidê, ya ku navê wê Barrah bû, lê gava ku ew tirsîya ku ew tişt, tevî temamê tedbîrên bidîqet, hişyarî û ewlehîyê jî, ku ew ê rojekê eşkere bibe, wê ew bi kurik re şandin bo bacarê Mekê.
Ji derveyî wezîfeyên xwe yên din, Yehya, bavê Cafer, çavdêrîya qesra al-Reşîd û harema wî ji dikir. Di zemanekî sabit yê şevê de, temamê derîya dihatin kilîd kirin, asê kirin û wî kilîta digirt cem xwe. Ew yek weke mecbûrîyek netehamilbar dihate dîtin ji bo harema xelîfe û berî hertiştî, ji bo pîreka wî (sitî) sett-Zubeyde. Wê li cem zilamê xwe gazin û gilî kir, ji bo ew sertîya Yehya a hêjayî rûmetê, ya ne daxwaz kirî û xelîfe wî gazî cem xwe kir û pirsî: “Bavo, Zubeyde ji bo tiştekî gazina ji te dike”. Yehya pirsî: “Ew tiştekî ji bo harema te ye, ez ji bo wê tême gunehbar kirin, tu emir ul mumînûn î?” Al-Reşîd bi bişirînekê bersîv da: “Na, ne qet, bavo”. Yehya got: “Wê çaxê dê tu wê yekê ji xwe re nekî xem, ew tiştê ku pê tê xeberdan”. Di pêşerojê de ew hîn jî serttir bû û sitî-Zubeyde dîsan dijwar gilî li ba xelîfe kir, yê ku dîsa jî bersîv da: “Tu sebebek tune ku rexne li zirbavê min Yehya were kirin, ji bo tiştekî ku harema min eleqedar dike. Ew bi tenê emrên min bi cî tîne û wezîfa xwe dike.” Zubeyde bi hêrs got: “Bi Xwedê, eger ku ew zêde li wezîfên xwe bifikirya, miqate bûna, dê wî pêşî li kurê xwe Cafer bigirta, ku wî wê bêdîqetîya bikra”. Al-Reşîd bersîv da: “Ew kîjan bêdîqetî ne, yên ku wî kiriye?” Wê demê Zubeyde temamê wê çîroka di derheqê Ebbasa de got, dîsa jî bêyî ku giringîyek taybet bide wê. Al-Reşîd tarî bû, reş qemitî û pirs kir: “Tu belge û delîl hene?” Wê bersîv da: “Ma belge û delîlekî ji wî zarokê ku wê ji Cafer re anîye dinyayê çêtir heye?” Wî got:”Zarok li kê derê ye?” Wê bersîv da: “Li ew bacarê pîroz, dergûşa bavûkalên, ecdadên me.” Wî pirsî: “Ji te zêdetir tu kesên din bi meselî zanin?” Wê got: “Tu jinek di qesra te de û di harema te de tune ku ew pê nizane.”
Al-Reşîd gotinek jî negot, lê piştî wextekê wî nîyeta xwe ragihand, ku ew here Mekê, here hecê. Wî dest bi rêwîtîya xwe kir û Cafer jî bi xwe re bir.
Lê Ebbasa derhal namek ji Ryasj re şand û ew pîreka ku şîr dida kurik û emir da wan ku ew pêre pêre, di cî de Mekê terk bikin û bi zarok re berê xwe bidin Yemenê, ya ku wan welê kir.
Gava ku ew gihîştin Mekê, xelîfe emir da hin mirovên xwe yên sadiq ku ew dest bi lêgerîna wî zarokî bikin. Hingê ew jê agahdar bû, ya ku qewimî bû û ku zarok dijîya û ew baş bû, ew cîyê ku ew lê dima. Ew bi ser ket ku ew li Yemenê wî bide girtin û bi dizî wî şande Bexdayê.
Ew di vegera ji hecê de bû, di bêhnvedanekê, di molakê de, li manastira al-Umr li derdora Embar li ba (Eufrat) çemê Feratê, wexta ku wî ew fermana felaket û ecêb di derheqê Cafer û barmakîyan de da.
Ew bêmirada Ebbasa bi kurê xwe re û bi saxî hatin bin ax kirin, di binê erda oda xwe bi xwe, ya di qesrê de.
Bira Allah hemû dilovanî û dilşewatîya xwe nîşanî wan bide!
Lê divê ku ez lê zêde bikim, ey qiralê bextewar, ku kronîkerên din yên pêbawer û durist, sûnd dixwin, temîn dikin ku Cafer û barmakîyan, qet gunehkarîya tu tiştekî wilo ku bikaribe wan layîqî nîyeteke welê dijminane bike û ku dawîya wan ya bextreş, pir eşkere girêdayî bi wê yekê ku ew di kitêba Qederê de nivisandî bû û ew dema ji bo îqtîdara wan bidawî bibû, xelas bibû.
Lê Allah çêtir zane.
Û di dawîyê de bûyereke din jî, ya ku ew şaîrê navdar Mihemmed yê ji Şamê ku behs kiribû. Ew dibêje:
Ez rojekê çûme hemamê ji bo ku xwe bişom. Hemamvan emrî xortekî lihevhatî kir ku xizmeta min bike û gava ku wî min lûfik dikir, min dest pê kir û ji xwe re çend helbest nihirand, yên ku min di zemanê xwe de nivîsandibû, ji bo, bi sedema pîrozkirina rojbûna kurê, yê ku alîkarîya min dikir, el-Fadilê kurê Yehyayê el-Barmakî. Gava ku ew xort wan bihîst, ew hema bêhiş kete ser erdê û wexta ku ew bi hişê xwe ve hat, wî pir bi lez û bi girîneke mezin bazda derve û min li wê derê bi tenê di nav avê de rûniştî hişt.
Ez hêrs bûm û çûme der û bi hemamvan re xeyidîm, ji bo ku wî hiştibû ku ez ji alîyê yekî ku bi atîyê dikeve ve bême xizmet kirin. Lê hemamvan sûnd xwar ku wî qet û tu caran şopek ji wê nexweşîyê li cem alîkarê xwe ferq nekirî ye. Wî gazî kurik kir û jê pirsî: ”Te çi hereket kir, ji ber ku ev camêr welê bi te nememnûn e?” Kurik serê xwe li alîkî kir, berê xwe guhert ser min û got: ”Mîrê min, tu nivîskarê wan helbestên ku te nihirand nas dikî?” Min bersîv da: ”Bi Xwedê, ew ez bi xwe me, yê ku wan nivîsandî ye.” Wî got: ”Wê demê tu şaîr Mihemmed el-Şam´î yî û ew helbest jî te nivîsî ji bo ku tu kurê el-Fadilê barmakî pîroz bikî.” Û wî pê ve kir, li ecêba min î pir mezin: ”Min bibexşîne mîrê min, ku wê tesîrek welê li min kir ku ez bêhiş ji xwe çûm. Lê ez im ew kurê el-Fadil, yê ku te pîrozkirinek wilo biîhtîşam minasibî wî dit.” Bi wê yekê re ew dîsan jihişçûyî kete xwarê ber nigên min.
Pir xemgîn ji ber ku rewşek wilo hatibû serê kurê, yê ku alîkarîya min kiribû, ew zilamê ku ez minetdar û deyndarê wî bûm, ji bo temamê mal û milkê min yê ku hebû, belê, heta bi navûden û şuhreta min wek şaîr jî, min wî ji erdê bilind kir û wî da ber singa xwe û got: ”Kurê min, bavê te yek ji wan însanên, yê ku herî çavfireh û comerd ku Xwedê xuliqandî bû. Ez pir im û bêwaris, bêmîratgir, lê ez ê temamê mal û milkê xwe li ber mirinê ji te re bihêlim. Bide dû min em herin cem qadî, ji bo ku ez te bi rastî pêsikan bikim, bikim ewladê xwe.”
Lê kurê barmakî bi girî bersîv da. ”Bira Xwedê ji te û dilmezinîya te razî be, lê ez nikarin rahêjim yek quruşekî jî, ji ewên ku bavê min el-Fadil dane te.”
Temamê diayên û daxwaz û ricayên min tev belasebeb û bê encam bûn, min nikaribû wî îqna bikim ku minetdarîya xwe ya herî piçûk ji bo bavî wî bidim îsbat kirin. Ew xort, ew ciwanmêr, heqîqeten fîşekek hêja bû di secereya barmakîyan de. Bira Allah xisûsîyetê wî yê baş xelat bike.
Piştî ku Harûn al-Reşîd ew tola, heyfa zalim sitend, ji bo rûmetşikandinek, ya ku ji wî û Allah pê ve tu kesî pê nizanibû, lê ya ku divê ku ew pir ji kûr ve êşandibe, ew paşve vegeriya Bexdayê, lê wî dîrekt di nav wî bacarî de ajot, yê ku wî gelek salan bi kêfxweşî ewder xemilandibû û berdewam kir çû Racah, li wê derê ew çû qesra xwe.
Di dû mirina barmakîyan de, wî qet û tu caran xwe nûşan neda li bacarê aştîyê û di dû bidûrxistina dostên xwe ve, wî êdî nikarîbû ji xewê zewq bistenda. Poşmanî hundirê wî, nava wî dişewitand û ew dê bikaribya temamê qiralîyetê bidana ji bo ku wî Cafer bi şûn de bianîna jîyanê. Û eger ku yekî di qesrê de, bi tesadifî tiştekî bi awayekî herî piçûk jî piçûkxistinek di derheqê barmakîyan de bigota, ew pir dijwar bi ser wan de diqêrîya: ”Bira Allah bela xwe bide bavên te. Li wan rexne neke, tu nikarî şuna wan î vala dagirî.”
Her çi qasî al-Reşîd dom dikir û dîktatorîya xwe bi rê ve dibir jî heta ku ew sax bû, lê niha wî xwe di nav xelkên neewlw de, dorpêçkiri his dikir. Ew ditirsîya ku her qasê, her kêlîkê, ku ew ji alîyê kurên xwe ve jehrdayî bibe, yên ku tu sedem tune bû, ku ew bi wan serbilind bûna. Carekê gava ku ew ê biçûna Xoresan, ew cîyê ku serîhildan lê rû dabû û ew cîyê ku ew dê ji wê derê paş ve venegerîya, wî sirên xwe û fikirin xwe yên bi kûl û keder ji kronîker el-Tabarî re dan der. Gava ku el-Tabarî hewil da ku bêhnstendinên wî yê mirinê sakîn bike, wî ew kişand pişt darekê, li wira ew dikaribûn rehet bûna ji bo awirên bimeraq, wî cilên xwe vekir, piştikek hevrîşim nîşanî wî da, ya ku wî ew li dora pişta xwe girêdabû û got: ”Ez êşa nexweşînek bêderman dikşînim, ya ku tu însan pê nizanin. Ez ji alîyê casûsa ve hatime dorpêçkirin, yên ku kurên min el-Emîn û el-Mamûn wan girtine, ji bo ku ew nobeta rojên min î mayî bigrin. Ew di wê bawerîyê de ne ku bavê wan gelek zêde, pir dirêj dijî. Û kurên min van casûsa ji nav ew kesên, yên ku min dikaribû herî zêde bi sedaqeta wan pêbawer bûma, hilbijartine. Ev e, berî her tiştî Masrûr, ew casûs e, ji bo kurê min yê delalî el-Mamûn. Û welê bijîjkê min Cebraîl Baxistanî, ew casûs e ji bo kurê min el-Emîn. Û her wekî din, bi hemû yên din re… Ma tu belgekî dixwazî, li ser hewesa kurên min ku têkevin şûna min? Ez ê emir bidim ku hespekî ajotinê bînin vir. Ji dêlva ku yekî adetî û heywanekî qelew, ew heywanekî yextîyar û reben li dû xwe dikişkişînin û tên, yê ku loqên wî yên newekhev, bi tenê êş û sancoyên min zêde dikin.” Û pir rast: al-Reşîd hespek daxwaz kir û ew bi heywanekî welê, tam weke ku wî gotibû re hatin. Wî awireke xemgîn da el-Tabarî û bi qedera xwe razî ew hesp wergirt, ewîyê ku jê re anîbûn.
Çend hefte di dû wê bûyerê re, Harûn di xew de çengek axa sor dît, ya ku di ser serê wî de hate dirêj kirin û dengek bihîst, yê ku digot: ”Ev erdê biber e ji bo mezelê Harûn.” Dengekî din pirsî: ”Û mezel li ku ye?” Ew dengê ewil bersîv da: ”Li bacarê Tûs.”
Di dû çend rojan re al-Reşîd neçar ma, ji ber zêdebûna êş û jana xwe ku bêhnvedanekê li Tûs bide. Ew ji hertim bêtir biendîşe bû û emir da Masrûr ku ew çengek ax ji dervê bacêr bîne. Serokê ew ên xesandî (Masrûr) piştî saetekê bi çengek axa sor ve, bi şûn de hat. Hingê al-Reşîd ji nişka ve kire qîrîn: ”Tu Allah tune ji xeynî Allah û Mihemmed pêxemberê Allah e. Aniha xewna min bû heqîqet. Mirin ne zêde dûr î min e.”
Wî careke din Îraq nedît. Roja din wî xwe pir qels û xerab his kir û ji mirovên derdora xwe re got: ”Niha ew kêlîka felaket xwe nêz dike. Heta niha teva xwezîya xwe bi min tanî, lê gelo aniha dilê kê bi min dişewite?”
Ew di nav bacarê Tûs de çû rehmetê. Ew roja sêyem ya meha sibatê bû, ew meha diduya, sala 193 li gorî ew teqwîma (demjimartina) Mihemmedî. Wê demê Harûn çil û heft sal, pênc meh û pênc roja kal, yextîyar bû, radigihîne Ebûlfeda. Bira Allah gunehên, tesawirkirinên wî yên çewt efû bike û wî bi rehma xwe şa bike. Ji bo ku ew misilmanekî bawermend bû.
Wê dema ku Şehrazade ferq kir ku qiral Şahrîyar zêde xemgin bû, ji bo wê serpêhatîyê, wê lez da xwe ku dom bike û bi ku bibêje...
Tusen & En Natt (II)
www.albertbonniersforlag.com
Delfinserien 2001
Printed in Danmark
Norhaven a/s
Viborg 2001
ISBN 91-0-057749-9
Wêne: www.kurdist.ru
Werger ji siwêdî: M. H. Şîmşek